Li Tirkiyeyê milyonek mayîn di bin erdê de ne

Li gorî Peymana Ottawayê Tirkiyeyê qewl daye ku heta sala 2022’an mayînan paqij bike. Herî dawîn li Şirnexê du zarok ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest dan.

 

Li mezraya Yekmal a Mergeha bi ser Qilebana Şirnexê zarokên bi navê Yûsûf Ata (14) û Caner Sak (16) ên li ber pez bûn, di 21’ê Adarê de saet di 15.00’an de pê li mayînê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Zarokên ku mayîn bi wan teqiyabûn rakirin nexweşxaneyê lê zarok nehatin rizgarkirin. Hate diyarkirin bêyî ku cenazeyê zarokan nîşanî malbatên wan bidin, birine Şirnexê.  Li gorî Peymana Ottawayê Tirkiyeyê qewl daye ku heta sala 2022’an mayînan paqij bike. Lê ji ber paqijnekirina van mayînan gelek zarok û sivîl jiyana xwe ji dest didin.

MAYÎNÊN LI KURDISTANÊ

Li Kurdistanê gelek kes ji ber teqandina mayîn û muhîmatên leşkerî jiyana xwe ji dest didin. Rêjeya mirinên ji ber mayînê gelekî zêde ye. Li gorî rapora Baroya Amedê ya ku di sala 2020’an de amade kiribû nêzî 180 kes ji ber mayîn an jî muhîmatên leşkerî yên neteqiyayî jiyana xwe ji dest dane yan jî seqet bûne.

JI SÊ PARAN PAREK ZAROK IN

Li gorî rapora Baroyê ji sê parên ku mayîn bi wan teqiyane, parek jê zarok in. Li gorî heman raporê herî zêde li Amed, Çewlik, Dêrsim, Sêrt, Şirnex û Wanê mayîn diteqin. Yên di teqîna mayînan de rizgar dibin jî ji ber tendirustî û psîkolojiyê terkî qedera xwe tê kirin. Dewlet nexweşiyên wan tedawî nake.

MILYONEK MAYÎN DI BIN ERDÊ DE NE

Li gorî rapora Komîteya Şopandiya Mayînên Bejahiyê (Landmîne Monîtor) ya di sala 1999’an de li Tirkiyeyê nêzî milyonek mayîn di bin erdê de ne. Di depoyan de jî 3 milyon mayîn li benda îmhakirinê ne. Mayîn li bajarên wekî Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê li 3 hezar û 174 qadan hene.

Li gorî çavkaniyên rapora peymana Qedexeya Mayînan a Tirkiyeyê (29’ê Adara 2013’an)

Di nav sînorên Tirkiyeyê de bi giştî 906 hezar û 497 mayîn hene

Li Tirkiyeyê hejmara mayînên di bin axê de: Milyonek û 3943

Li Tirkiyeyê mayînên li dora saziyên leşkerî: 97 hezar û 446

Li Tirkiyeyê mayînên hatine rakirin: 25 hezar û 47.

Ji xeynî van tiştan di bin erdê de gelek roket, hawan û mayîn hene û hejmara wan nayê zanîn.

TIRKIYEYÊ DIVÊ HETA SALA 2022’AN HEMÛ MAYÎNAN RAKE

Li dinyayê ji bo rakirina mayînan di 4’ê Kanûna 1997’an de Peymana Ottawayê hatibû îmzekirin û ev peyman di 1’ê Adara 1999’an de kete meriyetê. Tirkiye jî di sala 2003’an de tevlî vê peymanê bû û peyman di 1’ê Adara 2004’an de kete meriyetê. Tirkiyeyê qewl dabû heta sala 2014’an hemû mayînan rake, lê di sala 2013’an de 8 salên din jî xwest. Qewlê Tirkiyeyê di sala 2022’an de bi dawî dibe, lê di sala 2021’an de hê jî mirov ji ber teqandina mayînan jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ya ku di rapora Baroya Amedê de cih digire, di sala 2010’an de 97 sivîl ji ber teqandina mayînan û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane.  Ji van jê 26 zarok in. 19 zarok dema bi mayînê lîstin jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora Landmîne Monîtor ya di sala 2017’an de li Tirkiyeyê di sala 2017’an de ji ber mayîn û bermahiyên şer 42 kes bi bandor bûne.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan di sala 2019’an de di 14’ê Tîrmeha 2019’an de li gundê Bîlgeç a Pilura Dêrsimê ji ber teqîna mayînê Ayaz Guloglû (8) û Nûpelda Guloglû (4) jiyana xwe ji dest dan. Di 3’ê Îlona 2019’an de jî li bejahiya gundê Arade ya Qosera Mêrdînê mayîn bi  zarokê bi navê A.S (14) teqîya, her du destê wî jêbû û çavê wî kor bû. Di 2019’an de jî li Taxa 8’ê Martê ya Nisêbîna Mêrdînê Selahattîn Bayhan (56) cîsma li erdê dît, pê de teqiya û piştî ew rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.