Li Tîpa T a Wanê hevkariya 'Îdare-DAIŞ-Mafya'

Derket holê, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku par hate çêkirin, Berpirsyarê DAIŞ'ê yê Wanê lê ye û birayê wî jî li girtîgehê gardiyan e.

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, ku di demeke kin de bi êşkenceya girêdana bi rêbaza Hîzbûllahê, bi qusandina porê jinan û herî dawî bi êşkenceya li 25 jinan kete rojevê, zext dewam dikin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di dema sewq û sirgûnê de li ber deriyê girtîgehê bi navê lêgerînê êşkence li girtiyan tê kirin, dest û lingên wan tên kelepçekirin, bi rengekî tazî li ser wan tê gerîn, personel bi êşkence û kiryarên xerab gefê li girtiyan dixwin û bêyî hincetekê nîşan bidin, îdare rojname, kovar û pirtûkan nade wan.

'BIRAYÊ BERPIRSYARÊ DAIŞ'Ê GARDIYAN E!

Wekî din, li vê girtîgehê ku Berpirsyarê DAIŞ'ê yê Wanê Fatîh Barût lê ye, birayê wî Ahmet Barût jî weke gardiyan lê wezîfedar e. Ev koma ku ji endamên Îdare-DAIŞ-Mafyayê rêveberiyek ava kiriye, êrîşî siyasiyan dike. Pêkanînên ku heta roja îro li girtîgehê rû dane, vê yekê bi zelalî radixe pêş çavan.