Li Tetwanê şahî: Êrîşên li dijî Rojava nayê qebûlkirin

Parlamentera HPD’ê ya Amedê Dersim Dag, di şahiya gel a li Tetwanê de axivî û got: “Êrîşên li dijî Rojava nayên qebûlkirin. Tu kes nikare Şoreşa Rojava hilweşîne û destkeftiyên wê ji holê rabike.“

Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şiara ‘’Aştî li dijî Şer’’ li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê şahî organîze kir. Berdevka Meclîsa Ciwanan û Parlamentera Amedê ya HDP’ê Dersim Dag û ji xelkê gelek kes tev li şahiyê bûn. Şahî, bi stranên hunermên herêmê û govendê dest pê bû.

 ‘TIM DIXWAZIN KU KURD BINDEST BIN’

Dersim Dag anî ziman ku gelê Kurd 38 sal berê dest bi berxwedana ji bo ziman, çand û azadiya xwe kiriye û got: “Gelê Kurd, 29 caran ji bo azadiya xwe serî hilda, Şêx Saîd jî ji bo nasname û azadiya xwe têkoşiya. Dixwazin ku Kurd tim bindest bin. Kurd kengî bibin xwedî destkeftiyekê êrîşê wan dikin. Em dizanin ku Rojava bi berxwedaneke çawa bi ser ket. Lê Tirk û Ereb û Farîs, îro bûne yek û êrîşê Kurdan dikin. Sala 2014’an gotin ku wê Kobanê bikeve. Kobanê na lê hovîtî bi bin ket. Kurd li her çar parçeyên welat bûn yek û li ber hovîtiyê li ber xwe dan. Duh dîsa ji ber êrîşên Tirkiyeyê zarokek jiyana xwe ji dest da, 4 kes birîndar bûn. Ev ne êrîşa yekemîn e, lê em êdî van êrîşan qebûl nakin. Kes nikare Şoreşa Rojava hilweşîne û destkeftiyên Kurdan ji holê rabike.“ 

‘EM GAV BI PAŞ DE NAAVÊJIN’

Dag da zanîn ku Şoreşa Rojava hêviyek e ji bo gelên cîhanê û wiha got: “Hemû şoreşgerên cîhanê hatin û li Rojava û bi Kurdan re li dijî hovîtiyê şer kirin. Kurd, azad nebin tu gelê li Rojhilata Navîn azad nabe. Gelê Kurd, îro siyaseta DYE, Rûsya, Tirkiye û Ewropayê diyar dikin. Helbet em bi berdêlên giran hatin heta bi van rojan. Li dijî destkeftiyên me yên bi ewqas berdêlên giran bi dest xistin em gav bi paş de naavêjin. Em hêza xwe ji gelê xwe û ji birêxistinbûna xwe digirin. Çimkî em mafdar in, em ê bi ser bikevin.

Şahî, bi govendê bi dawî bû.