Li Tetwanê 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê hatin dûrxistin

Li Tetwanê ji nav 14 endamên meclîsa şaredariyê, 9 kes ji peywirê hatin dûrxistin.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de AKP’ê bi ferqeke biçûk şaredariya Tetwanê bi dest xistibû. Di hilbijartinê de 14 kes li ser navê HDP’ê û 11 kes jî li ser navê AKP’ê hatibûn hilbijartin. Ji ber ku di meclîsê de endamên HDP’ê zêdetir bûn, duh bi hinceta ku li ser wan lêpirsîn hene, 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê hatin dûrxistin.

Serap Çakmak Genç, Diyar Orak, Sûat Yetîşkîn, Ahmet Sagniç, Îsa Taş, Şukru Aydemîr, Nedîm Turemîş, Çetîn Yilmaz û Selamî Karahan ji endamtiya meclîsa şaredariyê hatin dûrxistin.