Li Sûrê ya ku dewlet talan dike HDP beşdarî xwarina fitarê bû

 Li Sûrê bû ya ku tê talankirin û koçberî li ser tê ferzkirin, HDP ji bo piştgiriyê sifreya fitarê organîze kir. Bi hezaran kes beşdarî xwarina fitarê bûn.

HDP’ê li Sûrê ya ku hewl tê dayîn li ser navê “Veguherîna civakî” were talankirin, şîva fitarê organîze kir. Li Parka Enzeleyê ya li ber Sûran bi hezaran kes beşdarî xwarina fitarê bûn. Di heman demê de parlementerên HDP’ê jî beşdarî sifreya fitarê bûn. Bi hezaran kesan berê xwe dan şîva fitarê ya ku HDP’ê organîze kiribû.

Beriya fitarê parlementerê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş meha Remezanê ya gel pîroz kir û xwest ev meh bibe wesîleya biratî û aştiyê.

Erdogmûş bal kişand ser şerên li Sûrê yê ku 103 rojan û got: “Agirê Sûrê netefiya. Ji xeynî HDP’ê kesî ji bo tefandina vî agirî û pêçandina birînan tiştek nekir. HDP ji bo azadî û aştiyê li riya xwe didomîne û ew ê bidomîne jî.”

Piştre jî Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axivî û got: “Çawa ku bi xwendina azanê re birçîbûn diqede, wê zilma li ser gel jî rojekê biqede. Wê ev gel bigihêje azadî û aştiyê.

We 10 salan ez hilbijartim, ala radestî min kir û min jî bi serbilindî teslîmî we kir. Yên ku bi darê zorê dixwazin vî bajarê zeft bikin, wê rojekê ji vî bajarî biçin. Niha jî di meha Remezanê de av û elektrîkê dibirin. Yên ku vî gelî birçî dihêlin wê rojekê Xwedê jî wan birçî bihêle.

Dema ku ez şaredar bûm Erdogan siyaseta çopê dikir. Ez bang li Erdogan dikim dibêjim qeyûmê te kanalîzasyonan digire. Siyaseta kanalîzasyonê dike.

Çar deriyên Amedê hene, ev her çar derî ji êşkenceyê re dibêje ‘Na’. Deriyê dilê me ji azadî û aştiyê re vekiriye.”

Piştî axaftinan bi azanê re bi hezaran kesî fitara xwe vekirin, hevdîtina fitarê bi dawî bû.