Li Sineyê qeza otobusê: 16 kesan jiyana xwe ji dest dan -NÛ BÛ

Li Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Sineyê otobusek qelibî. Di bûyerê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê îro danê nîvro qezayek qewimî.

Li ser rêya Merîwan-Kamyaranê, otobuseke ku 28 kes tê de bûn qelibî û wergeriya nava dolekê.

Hate ragihandin ku di encama qezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, 12 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan di nava kesên jiyana xwe ji dest dane û kesên birîndar bûne, zarok jî hene.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Kamyaranê.

Ji ber ku rewşa birîndaran giran e, fikar heye ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.