Li Silêmaniyê şehîdên Zapê hatin bîranîn

Gerîlayên HPG’ê Bahoz Jînda, Kamûran Gabar, Zana Tolhildan û Herekol Têkoşer yên di 22’ê Nîsanê de li Zapê şehîd bûbûn, bi meresimekê hatin bibîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Bahoz Jînda (Salîh Yûsif), Kamûran Gabar (Abdulvehap Beyret), Zana Tolhildan (Mûhammed Xidir Ahmet) û Herekol Têkoşer (Rênas Yûsûf) ên di 22’ê Nîsanê de li Zapê şehîd bûbûn, bi meresimekê hatin bibîranin. Bîranîn di saetên şevê de li nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê bi beşdariya welatiyên Rojava û gelek kesan hate lidarxistin. Di eywana bîranînê de wêneyên şehîdan û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di bîranînê de ewilî Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd axivî. Siwêd qala kesayet û têkoşîna Malbata Şehîd Bahoz Jînda kir û got: “Bahoz di nava malbatek welatparêz de mezin bûye. Malbata Bahoz xwedî 4 şehîdan û malovanî ji şoreşger û gerîlayan re kiriye.”

Siwêd anî ziman ku divê di serî de malat û gelê Kurd xwedî li van şehîdan derkevin.

Piştre jî li ser navê Malbata Şehîd Bahoz Jînda Apê wî Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li Başûrê Kurdistanê Yûsif Kutê axivî. Kutê anî ziman ku îro ji her demê bêhtir xeta têkoşînê diyar e û divê her kes li ser vê xetê bimeşe û banga xwedî derketinê kir.

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin“ bi dawî bû.