Li Silêmaniyê di êrîşa hewayî de 4 kes hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê ji hewayî ve li wesayîteke sivîl da. Di vê êrîşê de 4 kes mirin.

Êrîş li gundê Kanî Lan a girêdayî Pişderê çêbû. Yek ji rêveberê bajaroka Pişderê Helşo Bekir Weysî ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku saet di 13.20’an de balefirên şer ên Tirk li wesayîteke sivîl dane.

Weysî diyar kir ku kesên hatine kuştin hê nasnameya wan nehatiye tespîtkirin û got “Ev ne herêmeke leşkerî ye. Qada sivîlan e. Gelekî nêzî Helşo û Qeladizê ye. Gel vê rêyê bi kar tîne. Li vê herêmê çewligên gundiyan hene. Her roj çûn û hatin heye.”

Bekir Weysî diyar kir ku ji bo tespîtkirina nasnameya kesên mirine, komîtetek hatiye avakirin.