Li Silêmaniyê çalakî hat lidarxistin: Bila kujerên şehîd Şukrî Serhed bên eşkerekirin

Li bajarê Silêmaniyê ji bo kujerên Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed bên eşkerekirin, çalakiyek hat lidarxistin. Hêzên YNK’ê êrîşê rojnamevanan kir.

Îro li Silêmaniyê bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê li Başûrê Kurdistanê şehîd Endamê Komîteya Şehîdan ya PKK’ê Şukrî Serhed (Yasîn Bûlût) bi awayeke girseyî li taxa Çar Çira ya Silêmaniyê hate bîranîn. Li gel malbatên şehîdan, Tevgera Azadî, RJAK gelek welatiyên ji Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî beşdarê merasîma bîranînê bûn. Di merasîmê de bi dehan wêne û posterên şehîd Şukrî hatin rakirin. Merasîm bi yek deqe rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir.

Di merasîmê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê li Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mihemed daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bang li asayîşa Silêmaniyê û rêveberiya herêmê hate kirin ku kujerên şehîd Şukrî eşkere bikin.  Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Emê li Başûrê Kurdistanê berdewambin li xwedî derketina rêya şehîdan. Tevî ku salek derbasbûye jî desthilata Herêma Kurdistanê û bi taybet jî asayîşa Silêmaniyê navê terorîstên ku êrîşê pêk anîne eşkere nakin. Em wan li beramber vê dozê û gelek dozên din yên azadîxwazan li Başûrê Kurdistanê xemsar dibînin.”

Îbrahîm Mihemed bang li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir li dijî van kiryaran û dagirkeriyê eniyekî ava bikin û got: “Ji bo dawî li xiyanet û êrîşan bînin divê em eniyekî li dijî dagirkeriyê ava bikin.”

Her wiha li ser navê Tevgera Azadiyê Abdullah Mihemed axivî û ev peyam da: “Hûn nûnerên xeta azadiyê ne, helwesta we helwestekî netewî ye. Şehîd Şukrî li girtîgeh, nava gel û çiya têkoşîn kir. Xizmeta malbata şehîdan kir. Heval Şukrî di nava xetekê de li hemberî ber planên dagirkeran bû asteng.”

Li ser navê malbata şehîd Şukrî Serhed Wehab Ehmed axaftinek kir. Ehmed bal kişand ser kesayeta şoreşger a şehîd Şukrî Serhed û bang li hikûmetê kir ku demildest kujerên şehîd Şukrî Serhed eşkere bike û wan ceza bike.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” “Bimre xiyanet” bi dawî bû.

Hate ragihandin ku hêzên asayîşa YNK’ê dest danîn ser kamerayên rojnamevanan û hinek rojnamevan destgîr kirin. Di derbarê hejmara rojnamevanên hatin destgîrkirin, agahî nehatin girtin.