Li Silêmanî û Helebçeyê erd hejiya
Li bajarên Silêmanî û Helebçeyê yên Başûrê Kurdistanê, danê vê sibehê bi dijwariya 4,9 pileyî erd hejiya.
Li bajarên Silêmanî û Helebçeyê yên Başûrê Kurdistanê, danê vê sibehê bi dijwariya 4,9 pileyî erd hejiya.
Li bajarên Silêmanî û Helebçeyê yên Başûrê Kurdistanê û herêma derdora van bajaran, erdhejek bi dijwariya 4,9'an rû da. Hat ragihandin ku ji ber erdhejê xiyana madî rû daye.
Erdhej li gorî dema herêmê saet di 08:53'an pêk hat û hat ragihandin ku navenda erdhejê navçeya Derbendîxanê ye.
Heta niha li ser encamên erdhejê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.
Roja 12'ê Mijdarê li herêmên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erd hejiya bû û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dabûn, bi hezaran xanî jî xera bûbûn.