Li serê çiyayê Garê agirê Newrozê hate dadan
Li çiyayê Garê, ku beriya niha bi demeke kurt dewlet Tirk a dagirker derbeke giran lê xwar, agirê Newrozê hate dadan.
Li çiyayê Garê, ku beriya niha bi demeke kurt dewlet Tirk a dagirker derbeke giran lê xwar, agirê Newrozê hate dadan.
Li çiyayê Garê, ku 10'ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker bi dehan balafirên şer êriş bir ser, lê derbeke giran xwar û lê têk çû, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê agirê Newrozê dadan.
Agirê ku ji Garê bilind bû, ji gelek navçe û gundên derdorê hate dîtin. Gerîlayan bi îşekên hewayî silav dan gelê Başûrê Kurdistanê.
Agirê Newrozê yê li Garê heta serê sibehê geş bû û gerîla li dorê govend gerand.