Li ser rêya Bazîd-Agiriyê derba giran li artêşa Tirk hate xistin!

Hate ragihandin, li ser rêya Bazîd-Agiriyê li dijî artêşa Tirk a dagirker, hêzên gerîla çalakiyeke berfireh kirine.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, 11'ê Hezîranê çalakî pêk hatiye û di encamê de wesayitên leşkerî û zirxî hatine rûxandin. Tê gotin ku ji artêşa Tirk gelek leşker mirine û birîndar bûne. Çavkaniyên HPG'ê der barê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nedane.