Li ser navê restorasyonê dizî

Li Kurdistanê, li avaniyê dîrokî bi navê restorasyonê kolandinê dikin û bi hezaran berhemên dîrokî bêyî ku tomar bikin didizin.

Avaniyên dîrokî yên bajarên Kurdistanê bi navê restorasyonê didizin. Li Keleha Bedlîsê ya Bedlîsê, li Keleha Xweşavê ya Wanê, li Keleha Wanê, Çavûştepe û li gelek avaniyên dîrokê bi salan e bi navê restorasyonê xebat têne kirin. Xebatên restorasyonê ya li van avaniyan ku bi salan e nayên qedandin berhemên dîrokî têne dizîn.

DEWLET QEÇAXIYÊ DIKE

Arkeologekî ku tevlî xebatên restorasyonê yên li Bedlîs, Keleha Bedlîsê, Xweşav a Wanê û Çavûştepe bûyî dibêje bi salan e li van deran bi navê xebatên kolanê qaçaxiya berhemên dîrokê têne kirin. Arkeologekî ku ji ANF’ê re axivî û nexwest navê xwe bide, got gelek berhemên dîrokê yên ku di kolanê de têne dîtin ku diviya ji hêla serokê kolandinê ve werin tomarkirin nayên tomarkirin û gelek berhemên dîrokî bi vî rengî têne dizîn.

TOMAR NEKIR JI XWE RE DIZÎ

Arkeolog dibêje ew bi taybetî tevlî xebatên li Keleha Bedlîsê û Çavûştepe ya Wanê bûye û wiha dibêje: ‘’Dema ku ez li van deran dixebitîm min dît ku berhemên dîrokî nayên tomarkirin. Bi taybetî tiştên giranbuha bi teqezî nedihatin tomarkirin û gelek caran ez bûme şahidê vê. Ên ku nedixwestin werin tomarkirin jî berprsên ekîba kolandinê bûn. Li Keleha Bedlîsê dema ku me kolan dikir li nav odeyekê me xencereke giranbiha dît. Xencer bi temamî birin. Ser xencerê jî bi almast, aqût û kevirên giranbiha hatibû neqişandin. Em li bendê bûn ku ev xencer were tomarkirin lê berpirsê kolanê tomar nekir û ji xwe re bir. Ez bûme şahidê gelek bûyerên wiha.

BELKÎ BI HEZARAN BERHEM

Heman tişt min Çavûştepe ya Wanê jî dît. Tenê tiştên ku ji hêla madî ve nirxê wan tinebûn dihatin tomarkirin. Ev ên ku min dîtin, belkî bi vî rengî bi hezaran berhemên dîrokî têne dizîn. Li herêma me bi navê restorasyonê berhemên me yên dîrokî têne dizîn. Ti derdê van mirovan tine ku dîroka Kurd derxînin holê. Ez bûme şahidê vê. Berhemên me yên dîrokî ji hêla hinan ve bi zanebûn têne dizîn.’’