Li ser jiyana girtiyan rîsk heye

Di raporê de ya têkilî girtîgehên Wanê hate diyarkirin, ku li ser jiyana girtiyan rîsk heye. Diyar bû ku malzemeyên parastinê bi bihayekî zêde difiroşin girtiyan.

Şûbeya Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê û Komeleya Alîkariyê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Cezaxwariyan re (TUHAY-DER) têkilî serdana girtîgehên Wanê bi Ewlehiya Jidiyayî û tîpên T û F'yê raporek hazir kirin.

Saziyan derbarê girtîgehan ku 13'ê Gulanê serdana wan kiribûn gotin, ''Ji ber rêjeya zêde ya tijebûnê, derfetên hijyenê, nebûna malzemeyên parastinê, xwegihandina derfetên tendiristî û tedawîbûnê li ser mafê jiyanê yên girtiyan rîsekek mezin heye.''

Di raporê de her wiha hate gotin nexasim maske, lepik û dezenfektanan bi pereyan difiroşin girtiyan, her wiha li koxuşan karên dezenfektanê pir kêm tê kirin.

Di raporê de her wiha hate gotin rêgezên mesafaya sosyal nayên bicihanîn.
 
Di raporê de hate gotin li gorî agahiyên ku girtiyan dane wan li koxuşan dezenfekte nayê kirin, sere sere tê kirin, hê maske, dezenfektan, lepik nedane wan, yên ku li kantînê têne firotin jî bihayê wan pir zêde ne, hewcehiyên wan ên por û rih qusandinê nayên bicihanîn, makîneya por û rihkurkirinê nadin wan, ji ber vê her kes mecbûr maye ku por û riha xwe ji binî ve biqusînin. Dema hevdîtina mabatan û xebatên sosyal sînordarkirinên berê hê didomin, heftiyê 20 deqe bi telefonê dikarin biavivin, ji bo girtiyên nexweş, zarok û bi zarok ti tevdîr nehatine standin, pirtûkên ji der ve hatine nadine wan, ji bilî rewşên lezgîn wan nabin revîrê.
 
Şûbeya Wanê ya OHD'ê, Komisyona Girtîgehê ya Baroya Wanê û TUHAY-DER a Wanê xwestin ku li hemû girtîgehan tevdîr werin jidandin, mafê jiyanê yên hemû girtiyan parastin, pêşî divê girtiyên nexweş, extiyar û zarok werin berdan û guherîneke nû ya înfazê ya dadmende were kirin.