Li ser fermana Barzanî NRT hate qedexekirin

Li ser fermana Serokê Giştî yê PDK’ê Barzanî weşana televîzyona NRT’ê hefteyekê hate rawestandin.

Li ser fermana Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, weşana televîzyona NRT’ê ya ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ji bo hefeteyekê hate rawestandin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê NRT’ê ve hate dayîn, hat diyarkirin ku li gorî destûra 28’ê Tebaxa 2014’an a bi hejmara 619’an Desteya Weşan- Çapemeniyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji bo hefteyekê weşana televîzyona NRT’ê yên ku li Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê dane rawestandin.

Li Başûrê Kurdistanê ya ku nasnameya wê di aliyê azadiya çapemeniyê de pir lewaz e, bi girtina televîzyonê re tê nîşandan ku aliyek nû yê zextan li hember çapemeniyê xwe daye der.

Xwediyê NRT’ê Şasûwar Ebdulwahîd, di daxuyaniyeke rojê borî de diyarkiri bû li dijî referandûma ku wê 25’ê Îlonê bê lidarxistin û wê banga ‘NA’ yê kiribû.