Li ser Dersimê êrişên piralî hene

Dersim ku bi xweza, çand, dîrok û berxwedana xwe yek ji navendên girîng ên Kurdistanê ye, ji her gelek aliyan ve êriş li ser heye. Li Dersimê qirkirina xweza û jinê heye.

Ji ber polîtîkayên şerê taybet ê dewletê nêzî nîvê nifûsa Dersimê ji girtîgehê derbas bûye, nîvê din jî bi zexta 'şertê kontrola edlî' li malê tên hiştin. Bejahiya Dersimê jî bi gotina 'herêma ewlehiyê' tê qedexekirin, daristan têne şewitandin, heywanên wê di bin navê 'nêçirvaniyê' de têne qetilkirin; bi HES, projeyên kanên xîz, maden û keviran cografya wê ji mirovan tê xalîkirin.

Li Dersimê ku polîtîkayên qirkirina jinê lê zêde bûye, destavêtin, destdirêjî, kuştinên kiryar nediyar gelek bûne. Ev yek jî pirsgirêka jinê ya li bajêr radixe pêş çavan. Li bajêr tundî her roj giran dibe, 599 roj in ku agahî ji Gulistan Dokû nayê wergirtin ku li Zanîngeha Mûnzûrê dixwend. Her cûre tundiya li dijî jinê bi biryara 'nepenîtiyê' ji aliyê hêzên dewletê ve têne nixumandin. Zexta sîxurkirinê jî bi her awayî dewam dike.

Çend ji mînakên polîtîkaya qirkirina jinê ya li bajêr wiha ne:

" Hin kafe û restorantên li navenda bajêr ji bo narkotîkê, destavêtin û fûhûşê bi taybetî hatin vekirin. Piraniya van kafe û restorantan piştî wê demê hatin vekirin ku walî Tûncay Sonel weke qeyûm hate tayînkirin.

* Li Pertaxê 16'ê Çileya 2020'î eşkere bû ku destdirêjî li dehan zarokî hatiye kirin. Piştî vê yekê biryara nepenîtiyê li ser dosya lêpirsînê hate dayin û ji hingî ve çalakiyên li bajêr hatin qedexekirin.

* Destdirêjiya li zarokan a 6'ê Çileyê li Pilurê qewimî tê nixumandin.

* Hate îdîakirin ku li Zanîngeha Mûnzûrê zext li xwendekarên jin tê kirin ku di berdêla pere de bi 'Walî, qeymeqam û wezîfedarên cemaweriyê yên payebilind re' têkiliya zayendî deynin û ji bo vê jî li nava zanîngehê hin komik hatine avakirin. Meqamên edlî guh neda van îdîayan. Her wiha rektoriya zanîngehê jî pêwîstî bi lêkolînkirina wan nedît.

* 599 roj in agahî ji xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû nayê wergirtin, lêpirsîn jî li ser gumana 'xwekuştinê' hate meşandin. Gumanbarê sereke Zaynal Abarakov nehate girtin, rapora zanyaran ji nedîtî ve hat, çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê yên ji bo dîtina Gulîstan Dokû hatin qedexekirin, jinên ku pirsa 'Gulîstan Dokû li ku ye?' kirin hatin cezakirin.

XWEZA JÎ TÊ TALANKIRIN

Dersim ku her tim hewl hate dayin bê tecrîdkirin, piştî ku dewleta Tirk dawî li pêvajoya diyalogê anî, ji sala 2015'an û pê ve bi kiryarên rêveberiya awarte re ji nû ve rû bi rû ma. Xwezaya wê hate qedexekirin, mirovên wê li malan hatin girtin. Dema ku li ser Agahiyên Şewatê yên ji bo Sîstema Rêveberiya Çavkaniyan a NASA'yê daneyên peykê bêne lêkolîn, wê were dîtin ku pêwendiya şewatê û qedandina pêvajoya diyalogê bi hev re heye.

HES, KANÊN MADEN, KEVIR Û XÎZÊ

Projeyên Santrala Hîdroelektrîk (HES), kanên maden, kevir û xîzê dor li Dersimê pêçandine. Tê zanîn ku ev proje ji razemeniyê wêdetir bi armanca kontrolkirinê ye. Ji dema Rewşa Awarte û vir ve bi kalekolên li ser her girekî Dersimê hatine avakirin dar tê birîn, ev jî li herêmê dibe sedema talaneke mezin.

METIRSÎ LI SER PÎROZIYÊN DERSIMÊ YE

Li Dersimê ku bi mekanên xwe yên pîroz timî di rojevê de ye, projeyên li ser qadên wê yên pîroz li nava raya giştî dibe sedema nerazîbûneke mezin. Dersimî li dijî projeyên li hemberî cihên wan ên pîroz hem li kolanan hem jî li pêşiya hiqûqê têdikoşin. Bi saya vê têkoşînê hin proje hatibin rawestandin, lê projeyên nû hatin amadekirin. Ya herî dawî jî peyzaja li ser Mûnzûrê ye. Dersimiyan diyar kirin ku ev yek tê wateya destwerdana li Kaniyên Mûnzûrê ku ji bo xelkê Dersimê cihê herî pîroz e û li ber vê radibin. Rûspiyên Dersimê destnîşan dikin ku pîrozmendiyên Dersimê di nava metirsiyê de ne, bang li her kesî dikin ku li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin.

GUND BI SALAN E QEDEXE NE

Di Qirkirina Dersimê de ya sala 1937-38'an ku yek ji sûcên herî giran ên dîroka Tirkan e, gund hatin valakirin û qedexekirin. Di salên 1990'î de gund, gundik careke din hatin valakirin û bi salan weke 'herêma qedexe' hate ragihandin. Niha jî bi navê 'herêma ewlekariyê ya demkî' qedexe dewam dike.

VEGUHERANDINE QADA MAYINKIRÎ

Li Dersimê ku herî zêde mayin lê ne, ev rewş şêniyên herêmê dixe nava fikaran. Di navbera salên 1993 û 2019'an de gelek kes ji ber mayinan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn. Ji kesên ku ji ber mayinan jiyana xwe ji dest dan 6 jê zarok bûn.