Li Seqizê kolberek qerisî

Li zozanên Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qerisî û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Kolbernews şeva 1'ê Sibatê komeke kolber ku hejmara wan nêzî 50 kesî bû li Rojhilatê Kurdistanê li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ji ber berf û bagerê winda bûne.

Lê piştre hat zanîn ku hejmara kolberan ne 50’î, 23 kes bûn. Zêdetirî kolberan ji aliyê xelkê herêmê ve hatine rizgar kirin.

Doh bi şev yek ji wan kolberên di nava berfê de asê ma Osman Fituhî (55) xelkê Mêşaw a ser bi bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji serma jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li gorî nûçeya Kolbernewsê du kolberên din ên di di nava heman komê  de ku aqûbeta wan nediyar bû, xwe gihandina gundek Başûrê Kurdistanê yê li ser sînor.

Li gorî heman çavkaniyê kolberên din ên asê mayîn hemû hatine dîtin û rizgar bûne.