Li Şengalê rewşa dawî: Gel pêşî li çeteyan girt

Gelê Şengalê, ku li ber êrîşên çeteyan rabû, nexwest çeteyên birîndar li nexweşxaneya Sinûnê bên dermankirin. Hin çekdarên PDK'ê yên birîndar bûne, birin Tirkiyeyê. Şer ji hin aliyan ve sist bû.

Li bajarê Xanesor ê Şengalê, komeke çekdar a bi navê 'pêşmergeyên rojava' xwest bi zorê bikeve herêmên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ). Li ser vê yekê di navbera vê koma çekdar û Hêzên Berxwedana Şengalê de danê vê sibehê şer derket.

Komên ser bi PDK'ê yên ji derve ve hatine anîn, bi navê 'çeteyên rojava' tên naskirin. Her wiha pêşmergeyên Misilman ên ji Şengalê reviya bûn, di nava van çeteyan de cih digirin.

Civaka Êzidî ya li Şengalê li ber vê rewşê rabû û li her derê hewl da pêşî li çeteyan bigire.

Pêşmergeyên Êzidî yên li nava PDK'ê jî, nerazîbûn nîşanî van komên ji derve hatine dan. Şerê li herêmê ji hin aliyan ve sist bûye.

GEL NEXWEST ÇETEYÊN BIRÎNDAR LI SINÛNÊ WERIN DERMANKIRIN

Gelê Şengalê, ji bo çeteyên birîndar ên komên ser bi PDK'ê yên ji derve hatine li Sinûnê neyên dermankirin, pêşî li nexweşxaneyan girt.

Gel û rûspiyên Êzidiyan ji van êrîşan gelekî aciz in. Çeteyên êrîşkar ên ev rastî dîtin, şer sist kirin.

BIRÎNDAR DI SER XABÛRÊ RE DERBASÎ TIRKIYEYÊ KIRIN

Li gorî agahiyan, hin ji çeteyên li Şenaglê birîndar bûn, di ser deriyê sînor ê Xabûrê re derbasî Tirkiyeyê hatine kirin.