Li Şengalê provakasyonên PDK’ê

Koma ku bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ tên naskirin ku girêdayî PDK’ê ne bi wesayîtên zirxî û çekên giran xwestin bikevin qadên bajarokê Xanesor ê Şengalê ku di bin kontrola hêzên YBŞ’ê de ne.

Alozîya di navbera koma bi çek a li pêşberî YBŞ’ê de çeper danîne dewam dike.

Li gorî agahiyên ji Şengalê hatin girtin, îro hêzek zêde ya pêşmergeyên Rojava yên girêdayî PDK’ê bi wesayitên Hamir û çekên giran hewl dan bikevin bajarokê Xanesor ê Şengalê ku di bin kontrola hêzên YBŞ’ê de ne.

Aloziya di navbera koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ yên ku li derdorî nuqteyên xwe çeper danîn û xendek dikolin û Yekîneyên Berxwedana Şegalê (YBŞ) de derketî hê jî dewam dike.

Hat diyarkirin ku tevgera ku li herêmê, di hevdîtinên Mesût Barzanî ya li Enqerê li gel rayedarên Tirk hatiye plankirin.