Li Şemzînanê zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li gundê Oslo yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji ber heyberekî nediyar teqiya zaroka bi navê Sidika Toprak a 5 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Oslo yê Şemzînanê, li qada ku zarokan lê dilîstin heyberekî nediyar teqiya. Di teqînê de zaroka 5 salî Sidika Toprak jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sidika rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, têkîldarî bûyerê lêpirsînê dest pê kir.