Li Şaredariyên hatine desteserkirin, kadrotî tê firotin!
Li Şaredariyên Amedê, ku piştî hatin desteserkirin radestî Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî hatin kirin, pozîsyonên kadrotiyê bi pereyan tên firotin.
Li Şaredariyên Amedê, ku piştî hatin desteserkirin radestî Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî hatin kirin, pozîsyonên kadrotiyê bi pereyan tên firotin.
Li Şaredariyên Amedê, ku piştî hatin desteserkirin radestî Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî hatin kirin, dawî li bêhiqûqî û karên ne li rê nayê. Li şaredariyên ku bi rêya qeyûm hatin desteserkirin, weke karê destpêkê, xebatkarên ji sedema DBP'ê man e belasebep ji kar bên derxistin. Li şûna wan jî kesên ji aliyê xizmên wezîrên AKP'yî û rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan ve hatine pêşniyarkirin, bi 'mûçeyekî zêde' hatin bicihkirin. Tevî vê yekê jî valahiya karkeran a li şaredariyan nehatiye dagirtin.
Li şaredariyên hatine desteserkirin, ji ber ku desthilatdariya AKP'ê bênavber karkeran ji kar derdixîne, pozîsyonên kadrotî bi rêya Îşkûrê di berdêla pereyan de tên firotin. Ev saziya dewletê, ji bo bicihanîna polîtîkayên qirêj ên AKP'ê weke şîrketeke paravan kar dike, di rojên dawî de ji bo bi sedan kesên ji bo kar serlêdan kirine bersiva 'Pozîsyoneke me li gorî we heye' daye û berê kesên 'sicîla wan paqij' dide buroya birayê Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî Cîhan Ensarîoglû. Mirovên diçin vê buroyê, ençar dimînin bi şêwirmendê Galîp Ensarîoglû re hevdîtinê bikin. Di vê hevdîtinê de jî ji mirovên li kar digerin re dibêjin, di berdêla dayîna 20 hezar lîreyî, ew dikarin wan weke kadro li pozîsyoneke şaredariyê bi cih bikin.