Li rojnamevan Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn

Li rojnamevan Hatîce Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Rojnamevan Hatîce Şahîn ku çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dişopand, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" doz lê hate vekirin û rûniştina biryardana dozê hate kirin. Şahîn beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê nebû, parêzerê wê Resûl Temîr tevlî bû.

Bi beyanên 'şahidên veşartî' Ezezl û Fîrar, dozgeriyê îdîa kir ku Şahîn sûcê endametiya rêxistinê kiriye û xwest bê cezakirin.

Dadgehê jî 6 sal û 3 meh ceza li Hatîce Şahîn birî.