Li Rihayê terora dewletê

Li Xelfetiya Rihayê di şer de komîserek hatibû kuştin û 2 polîs jî birîndar bûbûn. Piştî şer leşkeran maleke li taxê şewitandin.

Lİ Taxa Derto ya Xelfetiya Rihayê şerek çêbûbû û alîkarê komîserê polîsên tevgera taybet hatibû kuştin û 2 polîs jî birîndar bûbûn. Piştî şer li taxê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin û maleke li taxê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin. Hate diyarkirin ku malbatek hemû hatine destgîrkirin.

Polîsan saet di 02.00’an de girtin ser mala Fahrî Alakûş. Ji ber reşandina guleyên polîsan jinên li malê birîndar bûn. Hate diyarkirin ku polîsan bombeyên destan avêtine nava malê û du kes jî mirine.

Piştî ku cenaze ji malê hate derxistin, leşkeran agir bi xanî xistin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin polîsan girtine ser mala Zekî Alakûş ê li heman taxê û hemû endamên malbatê hatine destgîrkirin. Nehate hînbûn ku hesên hatine destgîrkirin, ew birine ku derê.

Dewleta Tirk ev kes bi êşkenceyê destgîr kirine:

“Sînan Yildirim, Celal Yildirim, Mehmet Yildirim, Ûgûr Yildirim, Kenan Yildirim, Ahmet Yildirim, Mûstafa Yildirim, Abdûllah Yildirim, Muslum Yildirim, Cindî Zincîrkiran, Emîn Zincîrkiran, Alî Zincîrkiran, Halîl Zincîrkiran, Tacettîn Gul, Fevzûllah Gul û Avdullah Gul.”