Li Rihayê jî greva birçîbûnê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya bi armanca piştgirîdayîna Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û protestokirina tecrîda li dijî Ocalan ya li Rihayê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, li 5 bajaran ji bo piştgirîdayîna Guven 2 rojan çalakiyên grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Grevên birçîbûnê îro bi dawî bûn.

Greva birçîbûnê ya li Rihayê ku Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, Hevserokê DBP’ê yê bajêr Bekîr Karageçîlî, Hevserokê HDP’ê ya navçeya Halîliye Mahmût Memîtanlî, Nûnerên MEYADER, Dayika Aşitiyê ya Rihayê Hedlê Ogûr û Dayikên Aşitiyê Hazal Çam û Selvî Ustunç jî beşdar bûbûn, bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamenetera Colemêrgê Leyla Guven ya di şertên girtîgehê de kete roja 12’an. Armanca çalakiya Guven şikandina tecrîda giran a li ser Ocalan e. Daxwaza hevala me daxwazek mafdar e. Ji bo piştgirîdayîna Guven me jî dest bi greva birçîbûnê kir. Îro roja duyan a grevê ye. Di şexsê Rêzdar Abdullah Ocalan de tecrîd li dijî gelan pêk tê. Tecrîda hişmendiya yek zilamî ya li dijî hewldanên netewa demokartîk e.”

Guzel bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) jî kir û wiha got; “Em bang li CPT dikin ku bi erka xwe rabe. Divê CPT biçe Girtîgeha Îmralî û şertên li wir bibîne. Lê erka xwe pêk nayne. Pêngava yekem a ji bo aşitiyê rakirina tecrîdê ye. Hevala me Leyla bi vê çalakiya xwe xwest bibe pira hewldana aşitiyê. Têkildarî çalakiya hevala me em ê çalakiyên xwe yên mîna wê bidomînin.”