Grevên birçîbûnê yên li Amed û Edeneyê jî bi dawî bûn

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Ji bo piştgiriya Guvenê li gelek deran jî grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, li gelek bajaran grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Piştî grevên birçîbûnê yên 2 rojan, îro çalakî bi dawî bûn.

AMED

Li Amedê parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag û Salîha Aydenîz jî tê de 16 kes bi greva birçîbûnê ya 2 rojan piştgiriyê dan greva birçîbûnê ya Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bi daxuyaniyekê hate bidawîkirin. Di daxuyaniyê de parlementera Amedê ya HDP’ê Salîha Aydenîz axivî û got ku, “Ew ê çalakiyên me li vê derê neqedin. Em îro çalakiya xwe bi dawî dikin lê ew ê çalakiyên me heta şikandina tecrîdê bidome. Heta ku tecrîd neyê şikandin ew ê aştî neyê Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn. Li ser vî esasî çalakiya Leyla Guven çalakiyeke exlaqî ye. Em dizanin ku heta ku tecrîd neyê şikandin, ew ê êrîş bidomin, ji ber vê divê em têkoşîna xwe geştir bikin.”

EDENE

Ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê, li Edeneyê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan, bi daxuyaniyekê çalakî hate bidawîkirin.

Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn û Kemal Pekoz jî tê de gelek rêveberên HDP’ê yên Mêrsîn û Edeneyê tevlî daxuyaniyê bûn.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn di daxuyaniyê de bal kişand ser piştgiriya Leyla Guven a ku ketibû greva birçîbûnê û got ku, “Em aştî û azadiyê dixwazin. Heta ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan bi dawî bibe, ew ê çalakiyên me bidomin. Em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li vê têkoşînê û li çalakiya Leyla Guven derkevin.”