Li Wanê greva birçîbûnê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan û piştgiriya ji bo parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Wanê ve hatibû destpêkirin bi dirûşmeya “Daxwazên Leylayê daxwazên me ne’ bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya li avahiya HDP’ê ya Wanê ku 25 kes beşdar bûbûn bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayal Tarhan, Okkeş Kawa, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, aktivîstên TJA, Dayikên Şemiyê û gel beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Rêzdar Leyla Guven 7’ê Mijdarê di rûniştina doza xwe de li dijî tecrîda li ser Rêzdar Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Em jî gelê Wanê ji bo piştgirîdayîna Rêzdar Guvenê me greva birçîbûnê ya 2 rojan dabû destpêkirin. Ji ber ku daxwazên Rêzdar Guven daxwazên me ne. Daxwazên gelê Kurd e. Em ê heta dawiyê ji bo van daxwazên xwe têbikoşin. Em spasiya hemû sazî û rêxistinên ku piştgirî dayîne me dikin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeya ‘Daxwazên Leylayê daxwazên me ne’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.