Greva birçîbûnê ya li Colemêrgê jî bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan û ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a parlamenterên HDP’ê ya li Colemêrgê, bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Li Colemêrgê greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a Parlamenterên HDP’ê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya ku Parlamentera HDP’ê yê Şirnexê Nûran Îmîr û Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede û gel beşdar bûbû duh hatibû destpêkirin bi daxuyaniya çapemeniyê dawî bû. Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr, Meclîsa Dayikên Şemiyê û gel beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Nûran Îmîr ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Ji bo piştgirîdayîna Rêzdar Leyla Guven me dest bi greva birçîbûnê kir. Di çalakiya me de yek ji daxwazên me dawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ev çalakî hişyariyek ji bo hikûmeta AKP’ê jî bû. Eger ev çalakiya me encam negire em ê bi çalakiyên cuda deng û têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê geştir bikin. Em ê tenê gavekê jî têkoşîna xwe paşve neavêjin.”

Nûran diyar kir ku sibê wê ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Amedê çalakî li dar bixin û wiha domand; “Em Meclîsa Jinên HDP’yî em ê ji 20 heta 25’ê Mijdarê li dijî tecrîd û li dijî şîdeta li ser jinê li qadan bin. Em ê çalakiyên xwe yên navneteweyî jî bidomînin. Em dibêjin berxwedan jiyan e, em ê li ber xwe bidin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.