Li Rihayê 2 kes hatin destgîrkirin
Li navçeyên Xelfetî û Bêrecûkê yên Rihayê 2 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeyên Xelfetî û Bêrecûkê yên Rihayê 2 kes hatin destgîrkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê dewam dikin.
Li navçeyên Bêrecûk û Xelfetiyê yên Rihayê, polîs û leşkerên Tirk avêtin ser malan û rêveberê berê yê DBP'ê yê navçeya Xelfetiyê Ahmet Korkmaz û li taxa Sorgirlanê ya Bêrecûkê jî kesê bi navê Orhan Çalişmaz destgîr kirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Polîs û leşkerên Tirk eşyayên li malan belav kirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal.