Li Qoserê qirkirina siyasî: 10 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Qoserê di serdgirtina malan de 10 kes hatin destgîrkirin. Li hemberî Komîteya Amadekar a Newrozê jî lêpirsîn hate destpêkirin.
Li navçeya Qoserê di serdgirtina malan de 10 kes hatin destgîrkirin. Li hemberî Komîteya Amadekar a Newrozê jî lêpirsîn hate destpêkirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serê sibehê polîsan avêtin ser gelek malan. Serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li dijî beşdarên pîrozbahiya Newrozê hate kirin.
Di serdegirtinan de 10 kes hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.