Li Qoserê kesek ji aliyê polîsan ve hate revandin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, êvara Pêncşemê polîsan avêtin ser malekê û kesek destgîr kirin. Nayê zanîn ku kesê destgîrkirî birine ku derê.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, kesê bi navê Mahsûm Demîr li Qoserê di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin.

Sedema destgîrkirinê nehate zanîn. Derbarê Demîr bi ku ve birine agahî nehatin bidestxistin. Rayedaraên dewletê li parêzer û xizmên Demîr geriyan û ji wan re îdîa kirin, ku Demîr ne li Miduriyeta Polîsan a Navçeya Qoser û Mêrdînê ye. Malbata Demîr derbarê rewşa kurê xwe de bi fikare û li bendê ye ku rayedar daxuyaniyekê bidin.