Li Qendîlê agirê Newrozê geş bû

Li Qendîlê, pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir.

Ji çar aliyên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê bi hezaran kesî serê sibehê berê xwe dan qada Newrozê ya li Binarê Qendîlê.

Pîrozbahiyê li gorî dema herêmê saet di 11:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin. Piştî vêxisitna agirê Newrozê, sînevîzyonek ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê hate nîşandan.

Tê payin ku peyamên KCK, KJK, Tevgera Azadî, RJAK, Konseya Gel a Binarê Qendîlê û Mihemed Emîn Pêncîwenî bên xwendin.

Hunermend Nasir Rezazî, Çopî Fetah, Diyar Dersim, Bextiyar Salih, Şîlan Osman û Koma Şehîd Serhed û Koma Destîna Qendîlê wê derkevin ser dikê. Pîrozbahî wê heta êvarê dewam bike.

PIRTÛKA LI SER JIYAN Û TÊKOŞÎNA DIYAR XERÎB TÊ BELAVKIRIN

Di pîrozbahiyê de pirtûka rojnamevan Hesen Cûdî ya li ser jiyan û têkoşîna Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Diyar Xerîb hate belavkirin. Diyar Xerîb 5'ê Tîrmeha 2019'an di encama êrişeke dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Li qada pîrozbahiyê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tên belavkirin.