Li Qendîlê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li gundê Bokrîskan yê Binarê Qendîlê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û bi boneya rojê şitil hatin danîn.

Li gundê Bokrîskan yê Binarê Qendîlê, bi pêşengiya Encûmena Gel ya li Binarê Qendîl û Şaredariya Binarê Qendîlê, rojbûna Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û şitil hatin danîn.

Li vir Endama Encûmena Gel Ronahî Hisên axivî û got: “4’ê Nîsanê roja dayîkbûna mirovahiyê ye, em vê rojê destpêkê li Rêber Apo, li hemû Gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi vê boneyê em silavên xwe ji berxwedêrên li Bakurê Kurdistanê bi taybet jî gelê Wanê re dişînin, ji ber ku bi wê şoreşê me hest bi hebûna xwe kir. Îro Rêber Apo pêşengtiyê ji mirovahiyê re dike, em jî ji Rêber Apo fêrî têkoşîn û berxwedanê bûn, me xwe nasî.

Şoreşên Kurdan hemû bi destê xiyanetê bêdeng bûn, lê îro bi fikir û felsfeya Rêber Apo, bi têkoşîna ku fêrî gelê Kurdan kir, em dikarin bigihin astek ku li hemû Kurdistanê têbikoşin. Ev têkoşîn wisan li dagirkeran kir ku hebûna îradeya gel bibînin, îro ji bo gelê Kurd rojek watedare û pêwîste em hemû xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.”

Piştî axaftinan şitil hatin danîn û bêyî navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.