Li Qendîlê 10 hezar kes Newrozê pîroz dikin

Li herêma Qendîlê ya Başûr bi qasî 10 hezar kes Newrozê pîroz dikin.

Hema hema ji her aliyê başûrê Kurdistanê bi hezaran kes hê berê sibehê berê xwe dane Qendîlê.

Li êrîşên dagirker ên Tirk jî bi qasî 10 hezar kesî îsal ji bo pîrozkirina Newrozê hatin cem hev.

Newroz bi xwendina sirûda netewî ya Kurdan Ey Reqîb dest pêkir, dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin.

Piştre sînevisyonek ji axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkilî Newrozê hate nîşandan.

Bi çarçoweya bernameyê hunermend Nasir Rezazî, Çopî Fetah, Diyar Dersîm, Bextiyar Salih, Şîlan Osman û Koma Şehîd Serhed û Destîna Qendîla wê li ser dikê bin û Newroz heta êvarkî wê bidome.

Li qada Newrozê dirûşmeyên ''Bijî Serok Apo'', Newroz azadî ye'',''Bijî berxwedana Imraliyê'', ''Bijî berxwedana Garê''. tên berzkirin.

Di Newrozê de peyamam KCK’ê hate xwendin.

Peyam ji aliyê Hozan Dalaho ve hat xwendin. Peyama KCK’ê wiha ye:

“Newroz nasnameya netewî ya Gelê Kurd, sembola aştî, azadî û biratiya gelên herêmê ye. Dijmin bi siyaseta xwe ya parçekirinê ve dixwaze Kurdan parçe bike. Dijmin dixwaze Kurd her tim bi gelên cîran re di nava şer û pevçûnê de be.

Desthilatdariya AKP-MHP ya bi serkêşiya Erdogan û Bahçelî, ne tenê li dijî Gelê Kurd e, di heman demê de li dijî hemû gelên herêmê siyaseta komkujî û dagirkeriyê pêk tîne. Ji hemû gelan û bi taybetî gelê Kurd re bûne çavkaniya newekheviyê.

AKP-MHP wek du marên xwînmij, rojane xwîna dehan kes dirijînin û talankariyê dikin. Armanca wan ev e ku Gelê Kurd di vê rewşê de ti destkeftiyek bi dest nexe, wana hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan ava kirine. Ji bo vê jî hebûn û canê Kurdan, weke nebûn û ziyana xwe dibînin. Lewma tecrîdek girankirî danîne ser Rêber Apo.

Erka me hemûyan ev e ku, weke gelê Newroz, azadîxwaz û neviyên Kawayê Hesinkar, ji bo têkşikandina tecrîd, dawîanîna dagirkeriyê û rûxandina faşîzmê,em berê xwe bidîn têkoşînê.”