Li Qeladizê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li bajarokê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê bi boneya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Li Parka Derwaze ya bajarokê Qeladizê ya ser bi Îdareya Raperînê bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Şahîn Şengawî axivî û diyar kir ku armanca çalakiya wan pîrozkirina têkoşîn û xebata Fermandar Egîd e ku guleya yekem li dijî dagirkerên Kurdistanê teqand û got: “15’ê Tebaxê Cejna Vejîna xebat û têkoşîna gelê Kurd e. Ev roj îspatkirina gelê Kurd a wê qet dest ji xebat û têkoşîna xwe ya li dijî dijmin û dagirkeriyê bernade ye.”

Piştre sînevîzyona li ser pêngava 15’ê Tebaxê hate nîşandan. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedan” bi dawî bû.