Li qadên şewatê ya Dersimê qalikên guleya çeka MKE hate dîtin

Li qadên şewata daristanê ya li Çemê Roj a 5 roj in dişewite, qalikê çeka MKE hate dîtin.

Şewata ku li Çemê Roj a Geliyê Pîlemûriyê ya Dersimê, di 28’ê Tebaxê de rû da, her ku diçe belav dibe.

Piştî 5 rojan nû îro mudaxileyî şewatê hat kirin. Welatiyên ku ji navenda bajêr, Qislê û navçeya Depê ya Xarpetê di saetên serê sibê de hatin herêma şewatê, ji sê aliyan ve dest bi vemirandina şewatê kirin. Helîkopterekê jî ji hewa Ve, dest bi vemirandinê kir.

Welatiyên beşdarî xebatên vemirandina şewatê bûn, qalikên gulayên çeka Endustriya Kîmya ya Makîne (MKE) ên ji helîkopterên eskerî hatine reşandin, hatin dîtin. Welatiyan, diyar kirin ku şewat ji ber gulebarana helîkopteran rû da ye.