Li Pîranşarê û Banê rejîma Îranê kolberek qetil kir û 2 jî birîndar kir-NÛ BÛ

Hêzên Îranê li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand ku di encamê de kolberek jiyana xwe ji dest da, li Banê jî 2 kolber birîndar kir.

Kolbernews’ê ragihand ku li ser sînorê bajarê Pîranşarê kolberek din ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin. Li gorî Kolbernews’ê kolberê bi navê Muhemed Ebdullahzadêh ku bavê 2 zarokan bû, li bilindahiyên herêma sînorî ya Hecî Omranê dibe armanca guleyên hêzên rejîma Îranê û jiyana xwe ji dest dide. 

Her wiha hat gotin ku îro hêzên Îranê li ser sînorê bajarê Bane komek kolber kirin armanc. Di encama gulebarana hêzên Îranê du kolber yên bi navê Xebat Sadiqî (20) xelkê gundê Diroyana Jorîn û Sedîq Têkabî (55) xelkê Seqiz bi giranî birîndar bûne. Ji bo dermankirinê her du kolber rakirine nexweşxanê.

Hêjayê gotinê ye ku kuştina kolberan ya ji aliyê hêzên Îranê ve bê navber didome û hema bêje bûye mijarekî rojane.  Heya niha li hemberî vê yekê ti bertekekî ber biçav nehatiye nîşandan.