Li Payîzavayê terora 'kana mermerê': 4 kes hatin destgîrkirin

Li gundê Yûrtbaşi yê navçeya Payîzava ya Wanê, leşkerên li ber kana mermerê gule li gundiyan reşandin. Her wiha 20 axur şewitandin, 4 kes jî destgîr kirin.

Ji bo kana mermerê, tê gotin ku çêrgeha gund beriya 10 salan kirin malê xezîneyê û pêşkêşî şîrketeke taybet kirin. Ji ber nerazîbûna gundiyan, kana mermerê beriya dest bi kar bike hatibû girtin. Lê belê piştî deh salan, şîrketa DÎMER'ê desthilatdarî û leşker da pişta xwe û hewl dide kana mermerê çêbike.

Gundî destpêkê meha Remezanê çûbû qada kanê û ji şîrketê xwestibû ku dest ji projeyê berde.

Ji ber ku daxwazên wan bi cih nehate anîn, gundî êvara 2&'ê Gulanê careke din çû kana mermerê, lê vê carê li leşkeran rast hatin.

Li ser daxwaza şîrketê nêzî 200 leşker, TOMA û panzer li gund hatin bicihkirin.

Li qada nava gund a ku tê xwestin kan bê çêkirin nêzî 20 axur hatin şewitandin. Gundî li ber vê yekê rabûn, lê leşkerên Tirk gule li gundiyan reşandin.

Li qada ku tê xwestin kana mermerê bê çêkirin 70-80 xanî hene û nêzî 700 kes dimînin. Leşkeran her wiha 4 kes jî destgîr kirin.