Li Payîzavayê leşkeran êriş birin ser gundiyên li ber kana mermerê radibûn

Xelkê gundê Yûrtbaşi yê navçeya Payîzava ya Wanê, li dijî projeya kana mermerê dest bi berxwedanê kir. Leşkerên Tirk gule li gundiyan reşandin.

Şêniyên gundê Yûrtbaşi li dijî kana mermerê li ber xwe didin ku dixwazin li gundê wan çêbikin.

Gundî meha Remezanê çûbûn qada kanê û ji fîrmayê xwestibû ku dest ji projeyê berde. Lê belê bersiv ji daxwaza gundiyan re nehate dayin.

Gundî êvara 26'ê Gulanê careke din çûn qada kana mermerê, lê vê carê leşkeran êrişî wan kirin.

Lekeran gule li derdorê reşandin û bi şensê tiştek bi kesî nehat. Gundiyan jî bi keviran bersiv dan leşkeran. Gundekî ku navê wî nehate hînbûn hate destgîrkirin.

Gundiyên Yûrtbaşi dibêjin ku ew naxwazin kana mermerê li gundê wan bê çêkirin.