Li Parlamentera HDP'ê Aydogan 4 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Dadgeriya dewleta Tirk 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan birî.
Dadgeriya dewleta Tirk 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan birî.
Rûniştina biryarê ya doza li dijî Aydogan, ku bi hinceta daxuyaniyên çapemeniyê û beşdariya li meş û merasîmên cenazeyan ên sala 2011'an lê hat vekirin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Dozgeriya Tirk, bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê" û "rabûna li ber qanûna civîn, meş û xwepêşandanan" xwest 18 sal cezayê girtîgehê li Aydogan bê birîn.
Aydogan ku niha li Girtîgeha Sîlîvrî girtî ye, bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Tevî tevlîbûna parêzeran her wiha Parlamenterê HDP'ê Altan Tan, Hevseroka HDP'ê ya bajêr Gulşen Oer û gelek kes weke temaşeker li salonê amade bûn.
AYDOGAN: YÊN KU GILÎNAME AMADE KIRINE JI DOZÊN FETO GIRTÎ YE
Aydogan bi rêya SEGBÎS'ê xwe parast û anî ziman, mafê wê yê destnedana qanûndanînê hê dewam dike û bi rengekî neheq hatiye girtin. Aydogan got, "Niha Civata Giştî ya Meclîsê guhertin li ser destûra bingehîn a ku ji bo siberoja Tirkiyeyê gelekî girîng e tê kirin. Ji ber ku niha li girtîgehê me, nikarim tevlî van rûniştnan bibim, nikarim deng bi kar bînim. Dixwazim bes ev mafê min were bênkirin."
Parlamenter Aydogan da xuyakirin, ku ji ber parlamenterek Amedê ye ew tevlî merasîmên cenazeyan û meşan bûye û anî ziman, ew di çarçoveya plansaziya partiya xwe de tevgeriya ye. Aydogan ragihand, ne ya qebûlkirinê ye ku ji ber tevlîbûna min a li van çalakiyan bêm cezakirin."
Aydogan bibîr xist, ku dozgerê xwedî erka taybet ê demê Ahmet Karaca, ku li dijî wê gilîname amade kiriye, niha ji dozên 'FETO' girtî ye.
Aydogan xwest bê berdan.
BIRYAR
Piştî parastina Aydogan û axaftina parêzer, heyeta dadgeha Tirk biryar da ku ji ber sûcê 'tevî ku ne endama rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye' bi 4 sal 8 meh û 7 rojan bê cezakirin.