Li Omeriyan şer û şewat
Li herêma Omeriyanê ya Nisêbînê şer qewimî û şewat derket.
Li herêma Omeriyanê ya Nisêbînê şer qewimî û şewat derket.
Hate ragihandin, li bejahiya herêma Omeriyanê ya Nisêbînê şer qewimiye. Li gorî agahiyan şer li qadeke berfireh belav bûye. Hate ragihandin, gelek yekîneyên leşkerî çûne herêmê û liv û tevgera wesayitên zirxî didome.
Li qada şer şewat derket. Şewat li herêmeke berfireh belav bûye û leşker nahêlin bê vemirandin. Komên arkujiyê yên dixwazin biçin herêmê ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.