Li Newroza Dersimê xwedî li nameya 2013'an a Ocalan derketin

Li Dersimê gel Newroz pîroz kir. Di pîrozkirinê de li nameya 2013'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derketin.

Gelê Dersimê li Meydana Seyîd Riza komî ser hev bû û Newroz pîroz kir. Parlamenterê Dersimê yê HDP'ê Alîcan Onlu, Alîkara Hevserokê Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Alîkara  Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) Beycan Taşkiran, Şaredarê Dersimê Fatîh Maçoglu li Newrozê hazir bûn. Her wiha gel ji Çewlik, Xarpêt, Qereqoçan û Erzînganê jî tevlî Newrozê bûn.

Şaredar Maçoglu jî axivî û got, ''Dema wê ye ku em têkoşîna xwe gşe bikin, li rex hev bin, ji bo hejar, ên hatine xerîbkirin cîhaneke nû ava bikin.''

Alîkara Hevseroka ESP'ê Beycan Taşkiran got, ''Em neviyên Seyîd Riza ne, teslîm nabin. Em ê teslîmî polîtîkayên rizandin û cerdevaniyê nebin.''

Alîkara Hevseroka EMEP'ê Selma Gurkan bal kişande ser zext û zordarî û êrîşên AKP-MHP'ê û got, ''Li dijî vê têkoşîna gel, hêzên demokrasî û kedê heye. Ez bawer dikim ku bi têkoşînê em ê bi ser bikevin.''

'NEWROZA 2013'AN HÊVIYEK ÇÊBÛ'

Alîkarê Hevserokê HDP'ê û parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu jî axivî, bal kişande ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an û got, ''Bi banga Rêzdar Ocalan re hêviya aştiyê bi gelên  Tirkiyê re çêbû. Lê ji bo ku ev ji xwînê dixwin piştî 2015'an bi dijminatî bi ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê de hatin. ''

Onlu her wiha grêvên birçîbûnê yên li zindana, Mexmûrê bi bîr xist û got, ''Ji bo aştiya Tirkiyê demildest divê tecrîd wer rakirin. Belkî jî ev nîşana wê ye ku divê li dijî faşîzmê em çi bikin.''