Li Newroza Amedê 33 kes hatin destgîrkirin

2 jê zarok gelek kes ên ku dixwestin Newroza Amedê pîroz bikin hatin destgîrkirin.

Li Newroza Amedê, li cihê sehkirina polîsên Tirk ên dagirker ên li Zumrut Kent, Hala Nû û Kayapinarê 2 jê temenê wan 11 salî, 33 kes bi hinceta ku tîşortên bi alaya Kurdistanê li xwe kirine û rengê kesk û sor û zer hilgirtine hatin destgîrkirin.

Di nav wan kesan de ku hatine destgîrkirin V.Ş yê 11 salî, M.Ş yê 12 salî jî hene, Ahmet Altûn jî bi hinceta tîşortê bi ala û navê Kurdistanê hate destgîrkirin.

Kesên ku hatine destgîrkirin:

 Helin Çiçek, Remziye Tutaş, V.Ş., Emine Salman, Bahar Uzunboy, Derya Atlı, Ahmet Altun, Hasret Şan, Murat Kutay, Salîme Kaymaz, Rojbîn Kaymaz, Ebru Ulu, Buşra Temur, Emîne Nazli, Hatîce Batibay, Gurbet Tarhan, Eylem Okuşlu, Hanîfe Yılmaz, Şeyhmus Suren, Hediye Evcî, Mukiye Ozan, Hîlal Ekîn, Sibel Yuksel Demiralp, Şahide Bekirhan, Şukran Kadar, Cîhan Karadaş M.Ş. , Gürsel Kocaaga, Suleyman Sogukçeşme, Yusuf Topkaya, Mizgîn Savci, Dîlan Çelîk, Ayhan Seven.