Li navçeyên Mêrdînê jî endamên meclîsê hatin astengkirin

Endamên meclîsa şaredariyê yên HDPy’î yên Nisêbîn, Dêrik, Stewrê û Şemrexê hatin astengkirin. Polîsan destûr nedan ku endamên meclîsê têkevin şaredariyê.

Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'y’î ya şaredariya Nisêbînê ku hatibû desteserkirin, xwestin tevlî civîna mehane bibin. Polîsan nehiştin endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’yî têkevin avahiyê.

Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'y’î yên Şemrex, Stewrê û Dêrikê jî dema xwestin tevlî civîna mehane bibin, hatin astengkirin.

Li Qosera Mêrdînê û li Hezex û Cizîra Şirnexê jî polîsan nehiştin endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’yî têkevin şaredariyê.