Li navçeya Şîrwan a Sêrtê 12 kes hatin girtin

Li navçeya Şîrwan di ser degirtinên mal de, 12 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Di serdegirtinên dîrokên cuda de ku ya li ser gundê Zivzik ê girêdayî navçeya Şîrvan a Sêrtê 12 kes hatin binçavkirin, piştî karûbarên wan ên li emniyetê temam bûn û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin. Şemsettîn Ozgan, Selamî Nûrdan, Şahîn Ongûlû, Mehmet Alî Angûlû, Suleyman Kûtûm, Hûrûlah Ongûlû, Mendûh Kumeç, Mehmet Kumeç, Mehemt Şerîf Kumçe, MEhmet Şîrîn Ongûlû, Edîp Ongûlû û Abdullah Ongûlû yên ku ji aliyê dozger ve îfadeya wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kirin. Her 12 kes bi îdîaya "Endamên rêxistinê" û "Alîkarîkirina rêxistinê" hatin girtin.

12 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgehan Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê.