Li Mûşê ji bo operasyonê amadekarî tê kirin
Dewleta Tirk, ku li Mûşê amadekariyê ji bo operasyonê dike, li 7 gund û taxan derketina derve "qedexe" kir.
Dewleta Tirk, ku li Mûşê amadekariyê ji bo operasyonê dike, li 7 gund û taxan derketina derve "qedexe" kir.
Walîtiya Tirk a li Mûşê, ji ber operasyonan, li hin gund û taxên ser bi navenda bajêr, ji 2'ê Hezîranê saet 00:30 û pê ve derketina derve "qedexe" kir.
Gund û taxên derketina derve li wan hatiye qedexekirin ev in: Gundên Yamaç, Yorecîk, taxên Zongar, Derîk, Beşevler, Silmanevlerî û deşta Pekûtê.