Li Mûşê 13 herêm hatin qedexekirin

Walîtiya Mûşê 13 zozan û çêrgeh weke "herêma ewlekariya taybet" ragihand û çûn û hatin qedexe kir.

Bi biryara Walîtiya Mûşê 13 zozan û çêrgeh weke "herêma ewleqariya taybet" hate ragihandin û çûn û hatin hate qedexekirin.

Herêmên hatin qedexekirin wiha ne:

*Qerehemze ya girêdayî navendê û gundikên wê, gundê Zengûk û gundikên wê, Şerefxan, Dalakuling, Dêlk, Sevik, Davderal, Turbefatîn, Gala Helîz, Newalê Milk, Laçîkan

*Herêmên sînorê Hinis, Bazikan, Kolan a bi ser navçeya Gimgimê.

*Qada ji 18 hezar donimî ya navbera bajarokê Neynikê û gundê Mollakend ên navçeya Kopê.