Li Mexmûrê tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi çalakiyeke girseyî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi çalakiyeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Çalakiya girseyî li avahiya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hatin hildan. Beriya çalakiyê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Wargeha Mexmûrê Yûsif Kara axivî. Kara, bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd îzolasyon e, astengkirina fikir û ramanê ye. Li kesên şoreşger û pêşengên şoreşan tê kirin. Bi taybetî sîstema modernîteya kapîtalîst a Emerîka pêşengiyê wê dike; Fransa, Îspanya û dewleta Tirk a faşîst û qirker ên ji bo pêşiyê li şoreşgeran bigirin, asteng bikin û nehêlin fikir û bîrdoziya xwe bi gelên mazlûm, gelên azadîxwaz re parve bikin û serî bi wan bidin rakirin ji bo mafê xwe, endam û pêşengên şoreşger di zindanên ku îro modernîteya kapîtalîst ji ber tirsonekiya xwe dane avakirin de radigirin û li ser wan tecrîd û îzolasyonê pêk tînin.”

Kara îşaret bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û wiha pê de çû: “ Wek tê zanîn di sala 1998-99’an de Rêberê me bi komployeke navneteweyî ji aliyê hêzên emperyal ve hat girtin. Ji bo di Rojhilata Navîn de û heta di cîhanê de hespê xwe bibezînin, pêwîst bû li hemberî fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîtinên wî yên demdirêj û ji bo azadkirina gelan xwedî fikir û ramaneke ya pêşdîtinê bû, xwestin vê asteng bikin ku bikarin di Rojhilata Navîn de hespê xwe bibezîne. Tecrîd ji bo gelê Kurd, şoreşa gelê Kurd, pergala gelê Kurd felsefeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gerdûnê û mirovahiya pêşverû danî holê vê têk bibin. Rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, erka me ya exlaqî û wijdanî ye. Êrîşên îro li dijî tekoşerên me tên kirin, berpirsyarî, dayîna hêz û moral û motîvasyonê ji bo wan, erka me ya sereke ye.”

Piştî axaftinê, çalakî bi dirûşmeyên ‘’Bijî Rêber Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ û ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ bi dawî bû