Li Mexmûrê merasîma bîranînê: Em ê li pey doza şehîd Mardîn bin

Şêniyên Mexmûrê bi merasîmek girseyî gerîlaya YJA-Starê Mardîn Penaber (Beybûn Kara) û 4 hevrêyên wê yên ku di encama êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bûn bi bîr anîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), gerîlaya YJA-Starê Mardîn Penaber (Beybûn Kara) ku di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê li gel 4 hevrêyên xwe di encama êrîşên çekên kîmyewî de gihiştibûn şahadetê, bi merasîmekê hat bîranîn.

Merasîm bi beşdarbûna sedan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê nasnameya şehîd hate xwendin û piştre jî li ser navê şêniyên wargehê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî.

Bîlen di kesayeta Şehîd Mardîn Penaber de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û diyar kir ew ê li pey doza şehîd Mardîn biçin û asta têkoşînê bilind bikin.

Li ser navê malbata şehîd Mardîn penaber Medîne û Cemîl Kara axivîn û gotin: “Em bi keça xwe ser bilindin, emê heta dawî li pey doz û armancên şehîd biçin. Serê gelê Kurd û Rêber Apo saxbe. Mardîn ne tenê keça me bû, keça we tevan bû. Me keça xwe diyariyê Rêbertî û têkoşîna azadiya Kurdistanê kiribû.”

Merasîm bi tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” û “Bimire xiyanet” bi dawî bû.