Li Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Rohat Dengdar konê sersaxiyê hat danîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, ji bo gerîlayê HPG'ê Rohat Dengdar ê di encama bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlayê HPG’ê Rohat Dengdar (Faysal Yilmaz) ê ku di Nîsana 2022’an de li Çiyareşê bi 7 hevalên xwe re di encama êrîşa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn. Li cihê sersaxiyê wêneyê şehîd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn. Di kesayeta Şehîd Rohat de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê Mele Eyub Şemzînî axivî û got: “Xwedê emir dike ku şehîd tu carî namirin û her tim dijîn. Yekem mirovê ku li ser rûyê dinyayê bersiva Rebilalemîn dide bangawaziya Xwedayê tebarekewetealilah qebûl dike, mirovên şehîdin. Ji ber vê şehadet tiştekî herî pîroze ku di ola pîroz de jî bi tu şêwazekî qebûl nekiriye weke mirovên din bi wecîbeyên olî bêne pêkanîn. Bi tu şêwazî şehîd nayên şûştin, bi cilên ku pêve şehîd ketî tê sipartina axê. Em bi şehîdên xwe serbilindin ji bo wê jî em di serî de dibêjin bila serê malbata hêja, serê Rêber Apo, hevrêyên wî û gelê wargeha Mexmûr saxbe.”

Li ser navê malbata Şehîd Rohat Dengdar, Îhsan Kaplan jî axivî û destpêkê xêrhatina hemû gelê amade kir û got: “Ev xem û êşa ewqas mezin we wek gelê wargehê, wek sazî û wek rêxistin xwe da ber û we ev xem sivik kir. Belkî dayik û bavê şehîd ne amadeye lê hûn hemû dayik, bav, xwişk û birayên şehîdin. Ji ber ku her malekê ev êş kişandiye û ev bedel daye û hîn jî amadene ji bo bedel bidin. Soza me hemûyan ew e ku em li ser vê dozê bimeşin, ew barê giran yê ku li berxwe didan, wî barî hilgirin ser milê xwe, ala ku wan li pey xwe hiştîn hilgirin û heta serkeftinê bimeşin.”

Piştî axaftinan dirûşmên “Bijî Serok Apo“, “Şehîd namirin“  û “Bimre xiyanet“ hatin berzkirin.