Li Mexmurê êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê hat şermezarkirin
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşên PDK’ê yên bi hevkariya AKP’ê ve li Şengalê hatin şermezarkirin.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşên PDK’ê yên bi hevkariya AKP’ê ve li Şengalê hatin şermezarkirin.
Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), têkildarî êrîşa pêşmergeyên PDK’ê ya li ser xak û gelê Şengalê duh li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyek ya çapemeniyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de kesên di êrîşê de cih girtîn weke çeteyên AKP û PDK’ê hatin binavkirin û bang li tevayî gelê Kurd û mirovahiyê hat kirin ku xwedî li şerefa mirovahiyê gelê Êzîdî derbikevin û cihê xwe li gel wan diyar bikin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Mihemed Kara ve hate dayîn. Kara di axaftina xwe de wiha got; “Sedemê kombûna me li vê derê ew e ku em ji vê derê helwesta xwe li hemberî êrîşên çeteyên PDK’ê yên li ser Şengalê rabigihînîn raya giştî û gelê Kurdistanê. Hûn hemû jî şahid in tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd li seranserê Kurdistanê bi konsepteke berfireh, navnetewî û êrîşên qirêj re rû bi rû ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê me û destkeftiyên netewî êrîşên pir tund, hovane û dijmirovahî hene.”
‘ÊRÎŞA PDK’Ê YA LI SER ŞENGALÊ TENÊ WATEYEK WÊ HEYE, EW JÎ XİYANET E’
Di dewama axaftina xwe de Kara da zanîn ku ev êrîşa bi hevkariya AKP’ê ji aliyê PDK’ê ve hatî kirin cihê şermê, rûreşî û şermezarkirinê ye û wiha pê de çû; “Lewra di pêvajoyek wisa girîng de ku gelê Kurd nêzî azadiyê bûye, ji aliyên ku xwe Kurd dibînin û bi hevkariya Erdogan êrîş birina ser civaka me ya Êzîdiyên Şengalê, cihê şermê, mixabiniyê, rûreşiyê û cihê şermezarkirinê ye. Em li vê derê weke gelê berxwedêr yê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) vê êrîşa xiyanetkarên Kurd li ser Şengalê bi tundî şermezar dikîn. Weke tê zanîn civaka me ya Êzîdî di dîroka xwe de ji derveyî êş, kuştin, qirkirin, koçberbûnê zêdetir tu caran xweşî, huzur û azadî nedîtine. Dibe ku me ev komkujiyane hemû ji gotinan û dîrokê bîhistine. Lê sala 2014’an em bixwe bûn şahidê komkujiyek hovane ya li ser gelê me Êzîdî yê Şengalê. Di vê komkujiyê de bi hezaran keç, kur û pîrên Êzîdî bi kuştin, serjêkirin, revandin û kiryarên hovane yên çeteyên Erdogan re rû bi rû man.”